Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi hilkefta yekgirtina Demokratan peyama pîrozbahiyê şand.
Deqa peyamê wiha ye:
Birûska pîrozbahiyê ya EL - PARTÎ bi boneya yekgirtina herdu baskên Partiya Demokrat a Kurdistana - Îranê
Birayê birêz Mistefa Hicrî
Birayê birêz Xalid Ezîzî
Birayên hêja di serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de
silavên biratî.
Bi helkefta yekgirtina herdu baskên partiya we, Partiya Demokrat a Kurdistana - Îran, pîrozbahî û bextewariya heval û alîgirên El- partî û sekreterê wê Behcet Beşîr û bi rêya we jî pêşkêşî hemû endam, alîgir û pêşmergeyên partiya we dikin. Partiya şehîdên serkirde: Pêşewa Qazî Mihemed, Dr.Qasimlo, Dr.Şerefkendî.
Serkeftin û pêşketinên berdewam ji we re dixwazin. Ev pêngava yekgirtî ya wêrek, ku em hêvîdar in bibe ezmûnek serketî ku sûd jê were girtin ji aliyê partiyên Kurdistanî ve, bi taybetî tevgera me ya Kurdî li Kurdistana Sûriyê, ku di nav rêzên xwe de ji perçebûn û dubendiyên ne rewa dikişîne, omîdewarin ku ev yekgirtin bibe pêngavek ji bo damezrandina Hevbendiyek di nav tevgera Kurdî li rojhelatê Kurdistanê de...
“ herwiha bibe bingehek ji bo avakirina Eniyeke berfireh ku hemû hêz û netewe û ol bicivîne , ji bo hilweşandina rejîma Îranê û anîna desthilatek nû ya demokrasî ji bo Îranê û federalîzma gelên wê ji bo avakirina herêmên xwe, Herêma Kurdistan, Belûçistan, Azerbaycana Başûr, Ehwaz.
Careke din em pîrozbahiyên xwe yên ji dil ji bo pêngava we ya yekgirtî dubare dikin.
Û em hêvîdar in ku peywendiyên biratî di navbera herdu partiyên me de geştir û bi hêztir bibe,
ji bo berjewendiya gelê me yê Kurd.
26. 8.2022
ofîsa siyasî
Partîya Demoqrata Kurd li Sûriyê