Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serokwezîrê Îsraîlê: Îran tev perê welat bona tevlîhevkirina ewlehiya Rojhilata Navîn xerc dike

11:31 - 28 Tebax 2022

Serokwezîrê Îsraîlê “Yair Lapid” got:Rejîma Îranê bicihê avakirina xwedingeh û nexweşxaneyan tev serwet û saman xelkê Îranê bo afrandina nearamî û aloziyan di deverê de xerc dike.

Herwisa navbirî got: Li hegera rakirina dorpêçan, her sal zêdetir ji 100 milyard Dolar dikeve destê rejîma Îranê, lê rejîm wî pereyî ne xercê çêkirina xwendingehan dike û ne jî xercê nexweşxaneyan, tenê bona afrandina alozî û tevlîhevkirina ewlehiya herêma Rojhilata Navîn xerc dike. 

Her di vê derheqê de jî, serokê saziya “Mossad”ê “David Barnea” gef ji Îranê xwar û got: Berî niha Îsraîlê xwe ji bo hegera êrîşa leşkerî ya li dijî rejîma Îranê amade kiriye û herwisa zêde jî kir û got, em dizanin çi bikin.

Navbirî da zanîn: Egera rêkeftina navkî ya rejîma Îranê ji hêzên cîhanî re, ji bo Îsraîlê “karesateke stratîjîk” e.

Herwisa wî berpirsê Îsraîlê, îdiayên derbarê aştiyanebûna bernameya navkî ya Îranê derew da zanîn û tekez jî kir ku rêkeftineke wiha dê ji bo Îsraîlê pir xerab be.

“David Barnea”di berdewamiya gotinên xwe de îşare bi vê yekê jî kiriye ku: “Waşîngton” hewl dide ku rê li Tehranê bigire bona şiyana çêkirina bombeya navkî, di demekê de ku rejîma Îranê li pey rizgarbûn ji sizayên aborî ye.

Roja Pêncşemî 3`ê Xermananê rojnameya “The Times of Israîl”ê nivisîbû: Ev lihevkirina rê dide rejîma Îranê ku uraniyoma hewce bo çêkirina bombeyan bo çend salan kom bike û rejîma Îranê milyardan Dolar dikeve dest û wiha gefên rejîma Îranê zêdetir dibin.