Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiyê sîstema berevaniya esmanî ya S300 li Sûriyê derxistiye

13:00 - 28 Tebax 2022

Kompaniya Mahwareyiya “Image International” a Îsraîlê di raporeke xwe de belav kiriye ku Rûsiyê sîstema berevaniya Esmaniya xwe ya cora S300 li Sûriyê biriye bo Rûsyayê.

 Kompaniya Mahwareyiya “Image International” çendîn wêneyên derxistina sîstema berevaniya esmanî ya S300 a Rûsiyê li Sûriyê, li devera “Mesiyaf” a girêdayî parêzgeha “Hema”yê belav kiriye, û ew dever cihê mana hêzên rejîma Îran û milîsên çekdar ên girêdayî rejîma Îslamiya Îranê ye û niha bi bê sîstema berevaiya esmanî ma ye.

Berpirsên Îsraîlê gotine ku, bi sedema hewcehiya Rûsiyê bi wê sîstema berevaniyê, ew bo Rûsiyê veguhastiye.

Belavbûna Rapora “Image International” di halekê de ye ku, roja Pêncşemî 25ê Tebaxê, Îsraîlê devera “Mesiyaf” bombebaran kiribû û pêka raporên belavbûyî zêdetir ji hezar mûşekên kurthavêj û dûrhavêj ên rejîma Îranê di vê bombebaranê de ji navçûne û teqîna wan enbaran bi qasekî bihêz bûye ku avahiyên nêzî wan enbaran xisar pê ketine û çendîn demjimêran teqîn li wan enbaran de berdewam bûne.

Nemana sîstema beravaniya S300 a Rûsiyê bûye sedem ku hêzên rejîma Îranê û milîsên girêdayî wê rejîmê bi bê berevaniya esmanî bimînin.

Herwisa hatiye gotin ku 9 avahiyên lêkolîn, ceribandin û berhemanîna çekên kîmiyayî jî di wê êrîşa berfireh de hatine jinavbirin.