Kurtefîlam “Mistek Roj” bi derhênerriya Helbestvan, wergêr û rojnamenivanê xelkê Mehabadê û derçoyê “Encûmena Sînemaya Cewan” a Mehabadê “Herman Vetmanî” di festîvala Fîlma Kanadayê de beşdar e.
Pêka rapora nûçegihaniya “Haje” kurtefîlma “Mistek roj” bi derhêneriya “Herman Vetmanî”, kurtefîlma “Rojan” bi derhêneriya “Gîta Feyzî” û berhevkirina “Nevîd Zar`i”, kurte fîlma “Strana Ba” bi derhêneriya “Pêjman Wehabiyan”, kurtefîlma “Ez çirayan ditemirînim” bi derhêneriya “Nîma Ebdulezîmî”, kurtefîlma “Berû” bi derhêneriya “Îbrahîm Hisarî”, kurtefîlma “Dengên li nav Mencan” bi derhêneriya “Nevîd Zar`i” di festîvala navnetewiya “ASSK Film Festival” a Kanadayê de amade bûne.
Festîvala navnetewiya “ASSK Film Festival” a Kanadayê bi armanca piştevanîkirin ji derhênerên Kurd’, her salê di bajarê “Montreal”ê girêdayî îyaleta “Quebec” a Kanadayê de bi rê ve diçe û derhênerên Kurd û yên welatên din ên cîhanê filmên bijartiyên xwe tê de nimayîş dikin.
Mijara vê carê ya festîvala “ASSK Film” li derheq mijara “Şer” e û filmên beşdar di vê festîvala navnetewî de li jêr navê fîlmên li dijî şer anku “NO-WAR” in ku mijara şer û paşhatên şer, nimayîş dikin.
Ev festîval dê ji 29 heta 30ê Cotmeha sala 2022`an dê bên nimayîş kirin.
Ew 6 fîlmên ku hatine baskirin di çendîn festîvalên navxweyî û derve de xelatên herî baş vergirtine.