Li devera “Mirgewer” ya girêdayî bajarê Urmiyê Pêşmergeyên Bajar bi lidarxistina çalakiyek banghêjî carek din pîrozbahiya yekgirtina herdu aliyên Demokratan kirin û digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peyman nû kirin.
Li devera “Mirgewer” yê girêdayî bajarê “Urmiyê” komek ji Pêşmergeyên bi cerg û biheybet yên Bajar piştî lidarixistina meşek leşkerî di nava deverê de bi kincên xakî û çeka şerefê piştevaniya xwe ji yekgirtina malbata mezin a Demokratan nîşan dan.
Pêşmergeyên Bajar bi çek û rextên pêşmergane û bi şilk û şemaliyeke bi heybet, alaya pîroz a Kurdistanê û logoya PDKÎ bilindkirin û carek din digel rêbaza Demokrat û şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê peyman nû kirin û weke demên berê amadebûna xwe bo cîbicîkirina her erkek hizbî ragihandin û tirs û xof xistine nav dilê dijminê dagîrker.