Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirisgirêka bê aviyê pêsîra piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê girtiye

13:09 - 29 Tebax 2022

Kêmbûn û nebûna ava hewce bo vexwarin û karûbarên werzêriyê bûye pirisgirêkek micid bo ser jiyana xelkê di bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de.

Piraniya parêzgeh û bajarêن Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên weke “Kirmaşan, Îlam, Sine, Urmiye, Hemedan,Îsfehan, Sîstan û Belûçistan, Kirman, Yezid, Çarmehal û Bextiyarî û … hwd” digel pirisgirêka bê avî û kêmaviyê rûbirûne û çareser nekirina wê pirisgirêkê bandorek nerênî li ser jiyana wan û meşa karûbarên wan bi taybet karê werzêriyê dan ye.

Pêka rapor û nûçeyên ku ji aliyê nûçegihaniyên rejîma Îranê ve hatine belavkirin, di destpêka demsala Havîna îsal heta niha 650 gund li parêzgeha “Urmiyê” bê av mane û asta rêzeyek zêde ji ava gundan bi qasekî kêm bûye û bo kar kirinê nabe.

Pêka nûçeyên ku li torên civakî de hatine belavkirin, li bajarê “Hemedan”ê  welatî zêdetir ji 24 demjimêran bê av mane, û herwisa li bajarê “Şehr Kurd” yê girêdayî parêzgeha “Çarmehal Bextiyarî” 11 rojan ava vexwarinê ya paqij nebûye.

Herwisa li bajarê Urmiyê û deverên derdora wî bajarî pisgirêka bê aviyê he ye û ev heyama zêdetir ji 11 rojane ku ava deverên weke “Şêx Tepe” û gundên devera “Mirgewer”ê ji demjimêr 4ê paşnîvro heta dawiya şavê bi awayek berçav kêm dibe ku heta bo bi karanîne jî nabe.

Herwisa bê avî li ser meşa werzêriyê jî bandorek nerênî daniye û di Bihara sala derbasbûyî heta Bihara sala 1401an nîv miliyon werzêrkaran karê xwe ji dest dane.