Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Meşhdê divê bona kirîna nanek 4 hezar Tumenî baca 4 hezar Tumenî bidî

13:12 - 29 Tebax 2022

Xelkê bajarê Meşhedê ji bo serdana goristan û kirîna nanê 4 hezar Tumenî, divê 4 hezar Tumen bacê bidin.

Rojanemya Xorasanê nivîsiye: Demaku xelkê derdora azad rêya Baxçe ya Meşhed, serdana gortistan û cihê kirîna nan mifahê jê vê rêyê werdigirin divê 4 hezar Tumenî bacê bidin, ev yek di halekê de ye ku nirxa nanekê bixwe ji 4 hezar Tumenî zêdetir e.

Her di vê pêwendiyê de Birêveberê Kompaniya Azad Rêya Meşhed bo Baxçe Şokranî jî gotiye, ez nizanim çi kesekî biryarek wiha daye? Kamerayên rêyan şiyana tespîtkirina maşînên xwedî tazî û yên kirîna nan tunîn, wiha çawa dibe em bacê ji xelkê werbigirin.

Herwisa wî berpirsê kompaniyaya azad rêya Meşhed bo Baxçe zêde jî kiriye: Ew baca ne bicihe, niha xelk bona kirîna nanê ku nirxa vê li 4 hezar Tumenî zêdetir e, 4 hezar Tumen baca rê didin.

Azad rêya baxçe li 31`ê Gelawêjê de faza yek ya vê dest bi wergirtina baca elekteronîkî kiriye û her ev jî bûye cihê nerizayetiya xelkê wir.

Berprisên rejîma Îranê bi hemû awayî hewla talankirin û rûtkirina xelkê didin, heyamek berî niha jî li sazigeha Pola ya Mibareke ya Îsfehanê de nêzî 92 hezar milyar Tumen pere hatibû dizîn, lê heta niha jî eşkere nebûye ku ewqas pere kê û bi çi sedemekê hatiye dizîn, dizîna ewqas pereyî bo rayedarên rejîmê girîng nine lê bac wergirtin ji xelkê girnîg e.