Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Îraniyên rûniştiyên welatê Swêdê bi tawana sîxurîkirin bo Îranê tên dadgehîkirin

13:14 - 29 Tebax 2022

Rojnameya “Expressen” a Swêdê belav kiriye, du birayên du nasnameyî yên Îranê ku rûniştiyên welatê Swêdê ne, bi tawana sîxurîkirin bo rejîma Îslamiya Îranê dê bên dadgehîkirin.

Rojnameya “Expressen” a Swêdê di rapora xwe de belav kiriye ku, ew du kesên Îranî ku birayên hev in û di heyama zarokatiyê de hatine Swêdê, tawanbar in ku ji meha “Adar” a sala 2011`an ve heta dema binçavkirina wan li sala 2021`an, bo rejîma Îranê sîxurî kirine.

Herwisa wê rojnameyê  tekez kiriye ku, hîn jî xuya nîne ku wan du kesan, ti zaniyariyek bo hêzên ewlehiya Îranê an aliyek din şandine an ne.

Pêka vê raporê birayê mizintir wek lêpirs mijûlî kar bûye û heyamekê jî di polîsê ewlehiya Swêdê û herwisa dezgeha ewlehiya leşkerî ya Swêdê de jî mijûlî kar bûye û birayê piçûktir jî heyamekê li polîsê ewlehiya Swêdê de mijûlî kar bûye.

Ew du birayên binçavkirî tawana sîxurîkirinê red kirine û berpirsên dadweriya Swêdê jî li naveroka dosyeya wan de ti basek nekirine, lê tekezî kirine ku ew du bira bi tawana sîxurîkirin dê bên dadgehîkirin.