Pêka amara herî dawî ya Pizîşkê Yasayî ya rejîma Îranê bi sedema rabûna lehiyên bihêz li Îranê, 95 kesan canê xwe jidest dane û 8 kes jî bê çarenivîs in.
Di derheq amara xisarên canî û malî yên lehiyan de, rojnamneya “Şerq” a girêdayî rejîmê raporek belav kiriye û pêka vê raporê tenê di taxa Îmamzade Davûd de zêdetir ji 200 kes di bin herî û dîwarên herifî de mane û aliyên pêwendîdar tenê mijûlî paqijkirina avahiya Îmamzade Davûd in û dest ji cihên din berdane.
Herwisa wê rojnameya girêdayî rejîmê, amara canjidestdanên lehiyan gelek zêdetir ji wan amranên ku hatine ragihandin daye zanîn.
Pêka vê amarê termê zêdetir ji 200 kedkarên ku mijûlî karbûn e di dukanên derdora avahiya Îmamzade Davûd de, di bin herî û dîwarên herifî de mane û bêhneke genî ya laşê mirovan belav bûye.
Herwisa pêka vê raporê, berpirsên rejîmê xisarên lehiyên parêzgehan bi kêmî belav kirine; Weke mînak xisara beşa werzêrî ya 6 parêzgehan zêdetir ji 30 hezar milyard Tumen e, lê rejîmê tenê 2 hezar milyard Tumen erê kiriye.