Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla rêgîrîkirin ji belavbûna nûçeyên gendeliyê dide

13:18 - 29 Tebax 2022

Rejîma Îranê ragihandinên navxweyî yên girêdayî xwe tawanbar dike ku nûçeyên gendeliya kompaniya “Pola ya Mobarekê”ya Îsfehanê belav kirine û binav meclisa rejîmê jî gotiye ku bi bêyî îzin nûçeyên gendeliyê belav bûne.

Belavbûna nûçeyên gendelî li kompaniya “Pola ya Mobarekê ya Îsfehanê” di ragihandinên girêdayî rejîma Îslamiya Îranê de bertekên cuda li pey xwe anîn û berpirsên rejîmê ew ragihandin bi tawanbar zanîn ku bi bê îzin nûçeyên gendeliyê belav kirine.

Herwisa pêwendiyên giştî ya bi nav meclisa rejîmê jî gotiye ku, rapora gendeliya kompaniya “Pola ya Mobarekê” bo belavkirinê nebûye û belavkirina raporên lêkolîn di vê derheqê de bê îzin, tawan e.

Herwisa serokê Komîsiyona Dadwerî û Maf yê meclisa rejîmê, “Mûsa Xezenferî” gotiye ku, di warê yasayî de ti biryarek nehatiye dan û kes nikare encama lêkolînan belav bike û kesek jî belav bike li dijî yasayê ye.

Rejîma Îranê bo perdepoşkirina gendeliya 92 hezar milyard Tumenî ya vê kompaniyê ku yek ji mezintirîn gendeliyên eşkerebûyî yê rejîmê ye, hemû hewla xwe dide lê ew hewla rejîmê di halekê de ye ku gendeliya sîstematîk yek ji binyatên rejîma Îranê ye û bi awayên cuda dahata xelkê Îranê tên talankirin.