Endam û alîgirên Hizba Demokrat li devera “Berandêz” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi hilkefta hevgirtina herdu aliyên Demokratan peyameke pîrozbahiyê belav kirin.
Di beşek ji vê peyamê de hatiye: “Em wek endamên Hizba Demokrat pîrozbahiyê li tev xelkê Kurdistanê bi taybet girtiyên xweragir yên siyasî, malbatên serbilindên şehîdan, kadr û pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê dikin.
Hêvîdar in ku ev hevgirtn bo bidestveanîna mafên neteweyên gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê de bibe palderek bo hilgirtina pêngavek baş û berçav.