Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama beşek ji mamosteyên Olî yên deverên bajarê Urmiyê û derdora wî bajarî bi hilkefta hevgirtina herdu aliyên Demokratan

13:32 - 29 Tebax 2022

Beşek ji mamosteyên Olî yên deverên bajarê Urmiyê û derdora wî bajarî bi hilkefta hevgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Silav û rêz

Em wek hejmarek zêde ji mamosteyên Olî yên deverên bajarê Urmiyê û derdora wî bajarî, salvegera avakirina Hizba Demokrat û hevgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê li rêberatî, kadr, pêşmerge û endam û alîgirên Hizbê pîroz dikin.

Herwisa em radihihînin ku em wek hejmarek zêde ji mamosteyên Olî, xwe bi rêvîngê rêbaza Serkomarê Kurdistanê “Pêşewa Qazî” û qutabiyên wî dizanin, her erkek bikeve ser milê me, em bi dil û can amadene ku di vê rêbaza rast a rizgariya gelê xwe de encam bidin.

Silav li Qazî, Qasimlo û Şerefkendî

Silav li rihê şehîdên Kurdistanê

Silav li Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Serbikeve Kurdistan

Hejmarek ji mamostayên Olî û pêşnimêjên olî yên deverên cuda yên Urmiyê