Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Muqteda Sedir dest ji siyasetê berda

19:04 - 29 Tebax 2022

Di vê rewşa aloz a kirîzên siyasî di Îraqê de kesayetiyê Olî yê xwediyê bandorek zêde li nav Şî`e meseb yên li Îraqê “Muqteda Sedir” ragihandiye ku, dest ji siyasetê berdaye û ofîsên xwe dadixe.

Roja Duşemî 29ê Tebaxa 2022an, rêberê rewta Sedir, Muqteda Sedir bi belavkirina dxuyaniyekê li ser rûpela xwe ya tora civakî ya “twitter”ê nivîsandiye: “Niha destberdana xwe ji siyasetê û daxistina hemû ofîsên xwe radigehînim”.

Herwisa Muqteda Sedir, rêberên “Şî`e” meseb yên Îraqê rexne kir, ku daxwazkariyên wî bo reformê berçav negirtine.

Navbirî tevî îşarekirin bi dest ji kar berdana “Ayetullah Hairî” ji merceyeta Olî nivîsandiye: “Tevî ku dizanim dest ji kar berdana Ayetullah Hairî û belavkirina vê daxuyaniyê bi îradeya wî bi xwe nebûye, lê dîsan ez radigehînim ku êdî li ti kareke siyasî de beşdarî nakim”.

Herwisa “Muqteda Sedir” di dawiya daxuyaniya xwe de nivîsandiye: “Eger ez bimrim an bêm kuştin, bo min fatheyan bixwînin”.

Nûçegihaniya “Reuters”ê jî di vê derheqê de nivîsandiye: “Dest ji kar berdana Sedir, renge qonaxeke nû ji neraramiyê biafirîne û alîgirên wî nerizayetiya xwe dijwartir bikin”.

Herwisa serkomar, kabîneya dewlet, parleman û şêwreya dadweriya Îraqê di civînekê de ji Muqteda Sedir daxwaz kirine ku bizivire nav danûstandinên çareserkirina kirîza siyasî”.

Rewta Sedir li dijî tev destverdanên rejîma Îranê, di karûbarên Îraqê de ye û sedema tev rojreşiyên Îraqê destverdanên rejîma Îranê dizanin û li dijî dana her cure berpirsiyaretiyekê bo kesên gendel ên girêdayî rejîma Îranê ne.