Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesra E`irabî: Birîtaniya divê Spaha Pasdaran weke saziyek terorîstan bide naskirin

19:53 - 29 Tebax 2022

Karnasê saziya “Anthony Blair”serokwezîrê berê yê Birîtaniyayê “Kesra E`irabî” gotiye:Ferq nake serokwezîrê bê yê Birîtaniyayê “Lise Truss” dibe an jî “Rishi Sunak”, lê divê bi nasandina Spaha Pasdaran weke saziyek terorîstî, yekser piştî hatina li ser kar, nîşan bidin ku bi hemû awayî amadeyî rûbirûbûna li hember gefên terorîstî yên rejîma Îranê ne.

Wî karnasê Navenda “Anthony Blair”serokwezîrê berê yê Birîtaniyayê, êrîşa terorîstî ya li dijî Selam Roştî nivîskarê Birîtaniyayî, Zenga metirsiyê li dijî wî welatî daye zanîn.

Herwisa navbirî behsa vê yekê jî kiriye ku, rejîma terorîst a Îranê di heyama çend salên derbasbûyî de, karyarên terorîstî yên saziya terorîstî ya Spaha Pasadaran gelek zêde kirine, bo mînak di demsala Payîza sala 2015`an de sazgehek çêkirina bombeyan ya girêdayî girûpa Şî`e meseb a Hizbulaha Lubnanê ku rejîma Îranê pitevaniyê jê dike li bakûrê Londonê eşkere kirin.

 Kesra E`irabî di dawiyê de, li ser dorpêçkirina tevahiya Spaha Pasdaran a terorîst di destûra karê dewleta Birîtaniyayê de tekezî kiriye.