Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên naxweyî yên Îraqê 20 kuştî lê kevt

12:08 - 30 Tebax 2022

Dev berdana Muqteda Sedir rêberê Şî`e meseb yê Îraqê, şer û pevçûn û kuştî li pey xwe anî.

Roja Sêşemî 30`ê Tebaxê, di berdewamiya nerizayetiyên navxweyî yên Îraqê li navçeya Kesk a Bexdayî de, şer û perçûnek tund li pey xwe anî û aliyê kêm 20 kuştî hene.

Nûçegihaniya “Routers”ê jî di raporeke xwe de hejmara kuştiyên nerizayetiyên Îraqê 20 kes ragihandiye û herwisa nûçegihaniya Fransayê jî hejmara kuştiyên wan aloziyên Îraqê pejrandiye û pêka wan raporan di nav wan kuştiyan de du endamên hêza leşkerî ya Îraqê jî hene.

Herwisa di berdewamiya nerzayetiyên Îraqê de hejmara birîndaran 300 kes hatiye ragihandin û hatiye gotin jî, tev ofîsên aliyên girêdayî rejîma Îranê jî bûne armanca rewta Muqteda Sedir.

Her di vê peywendiyê de, girûpa “Ketayêb Hizbulaha Îraqê”, êrîşa alîgirên rewta Sedir bo ser ofîsên wê girûpa ser bi rejîma Îranê pejrandi ye.

Muqteda Sedir, rejîma Îranê sebebkarê tev nearamî û gendeliyên Îraqê dizane û herwisa li dijî girûpên Şî`e meseb yên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên piştevanîkirin rawestiye û daxwaza qutkirina destêverdanên rejîma Îranê di karûbarên Îraqê de dike.

Dev berdana Rewta Sedir ji siyasetê û alîgirên wî bi lidarxistina kombûnên nerazîbûnê daxwaza birê ve birina piroseya hilbijartina parlemena Îraqê ji nû ve dikin.