Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi meyandina Uraniyomê digel Santîrfiyûjên IR-6 kiriye

12:11 - 30 Tebax 2022

Rejîma Îranê li navenda navkiya “Netenz”ê dest bi meyandina Uraniyomê digel Santîrfiyûjên IR-6 kiriye û heta niha 2 Santîrfiyûjên IR-6 berhem anîne.

Pêka nûtirîn rapora Ajansa Navnetewî a Wizeya Navkî ku nûçegihaniya “Reuters”ê belav kiriye, rejîma Îranê di çalakiyên xwe yên navkî de meyandina Uranyomê di yek ji 3ê santîrfiyûjên pêşketî yê IR-6 li navenda navkî a “Netenz”ê destpê kiriye.

Herwisa hatiye belav kirin ku, Îran ji solava 174 Santîrfiyûjî bo meyandina Uraniyoma bi tîrahiya 5 ji sedî mifah wergirtiye.

Rejîma Îranê heta niha 2 solavên bona meyandina Uraniyomê amade hene  û ya 3ê jî hîn gaza “Hêgzafilurayd” lênedane.

Her di vê derheqê de, Wezîrê Derve yê Rejîma Îranê “Emîr Ebdulahiyan” gotiye: Îranê biryar daye ku bi gazlêdana sedan santîrfiyûjên pêşketî yên nû li navenda navkî ya “Netenz”ê bersiva tehrîmên Amerîka yê bide.