Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dironên Îranê ku bo Rûsiyê hatine şandin pirsgirêkên teknîkî hene

12:19 - 30 Tebax 2022

Hêzên Rûsiyê di bikaranîna dironên Îranê de tûşî pirsgirêkan bûne û sîstema wan dironan seqt in û pirsgirêkên teknîkiyên wan gelek zêde ne.

Nûçegihaniya “Associated Press” di raporeke de belav kiriye ku, dironên cura “Mihacir6 û Şahid” ku rejîma Îranê bo Rûsiyayê şandine, pirsgirêkên teknîkiyên gelek zêde hene û hêzên Rûsiyê di bikaranîna wan de rastî pirsgirêkan hatiye.

Di rapora “Associated Press” de ti basek ji hûrgiliyên wan pirsgirêkên teknîkî û seqetiya wan dironên Îranê nehatiye kirin.

Herwisa heftiyek berî niha Nûçegihaniya “Associated Press” belav kiribû ku, Rûsiyayê 100an diron ji Îranê wergirtine û hêzên Rûsiyayê di Îranê de mijûlî hînbûna şêwaza bikaranîna wan dironan in.

Tevî ku Amerîkayê ji Îranê daxwaz kiribû ku wan dironan bo Rûsiyê neşîne, lê rejîma Îranê ew diron şandin lê Rûsiyayê nekariye bi sedema seqetî û kêmasiyên teknîkiyên wan dironan, di şer digel Ukraynê de bi kar bîne.

Bo yekem car rojnameya “Washington Post”ê bas ji pisrsgirêkên teknîkiyên dironên Îranê kiribû.

Rejîma Îranê tevî înkar kirinê ku, di bereya Rûsiyê de cih girtiye, bi çewtekarî îdia dike ku dixwaze şerê Rûsiyayê digel Ukraynê bê sekinandin.

Herçend ku rejîma Îranê înkar dike ku di enya Rûsiyayê de ye û daxwaze şerê Rûsyayê raweste lê, alîkariyên şer dide Rûsyayê.