Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê daxwaza rawestandina lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li ser binkeyên cihên guman ên navkî kiriye

12:33 - 30 Tebax 2022

Rejîma Îranê yek ji mercên zindîkirina Bercamê, rawestandina lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li binkeyên navkî yên Îranê ku cihê şik û gumanê ne ragihandiye û daxwaza girêdana vê dosyeyê kiriye.

Nûçegihaniya “Reuters” belav kiriye ku, rejîma Îranê bo wajokirina Bercamê li Viyenê, mercek din jî daniye û daxwaza rawestandina lêkolînên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li ser binkeyên navkî yên cihê şik û gumanê li Îranê kiriye.

Ew daxwaza rejîma Îranê ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê ve hatiye redkirin û rejîma Îranê gef xwariye ku eger ew daxwaz neyê erêkirin, girêbesta navkî cî bi cî nake.

Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî, berê ragihandibû ku di 3 cihên neragihandî yên Îranê li binkeyên navkî yên “Weramîn, Torqozabad û Merîwanê”, şûnwarên Uraniyomê hatine peydakirin û rejîma Îranê di vê derheqê de heta niha ti bersivek bi Ajansê re nedaye.

Herwisa Serokê Saziya Navkiya Wizeya Navkiya Îranê “Mihemed Îslamî” gotibû: “Dosyeya lêkolînên li derheq peydakirina Uraniyûm li binkeyên neragihandiyên Îranê divê berî zindîkirina Bercamê bi bê girêdan.