Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tevgera Rizgariya Dەmokrat a Kurdistanê, hevgirtina هەرdu aliyên Demokrat pîroz kir

17:27 - 30 Tebax 2022

Tevgera Rizgariya Dەmokrat a Kurdistanê bi hilkefta hevgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Bo rêzdaran: “Mistefa Hicrî û Xalid Ezîzî, rêberatiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Mijar: Peyama Pîrozbahiyê

Silavek gerim

Bi hilkefta hevgirtina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Hizba Demokrat a Kurdistanê, ji aliyê hevhizrên xwe li Tevgera Rizgariya Demokrat a Kurdistanê, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahî bo we û hemû endam, dost û alîgirên ve dişînin.

Bi vê pêngava pîroz a dîrokî, dil û hundirê her takek Kurd û şehîdan aram û şa bû.

Wekhevî û yekgotariya Kurd û sazan a di navbera aliyên siyasî, hewcehiyek dîrokî ye, lewma carek din pîrozbahiya xwe bo we dişînin û daxwaza serkevtin û pêşkevtina zêdetir bo we dixwazin.

Her bijî Kurd

Tevgera Rizgariya Demokrat a Kurdistanê