Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî: Divê Civaka Navneteweyî ji bo bidawîkirina meşa xwînrêjiyê li Îranê tev bigere

19:09 - 3 Tebax 2022

Roja Çarşemî 12`ê Gelawêjê, Saziya Lêborîna Navneteweyî raporekê ji Ciavata navneteweyî daxwaz kir da ku li hember cenayetên rejîma Îranê yên li derheq nerizayetiyên Banemer û Cozerdana Îsal de bêdeng nemîne û rola xwe bilîze.

Ji destpêka sala 1401`an a Rojî ve bi sedema bilindbûna nirxên kelûpelan û rêjeya berçav a amara bêkariyê, xelkên kombûnên nerazîbûnan lidar xistin û her ev kûmbûnên nerizayetiyan rastî serkutkariyên hêzên rejîmê hatin.  

Di wan kombûnên nerazîbûnên de hejmarek xelkê bêmertal ji aliyê hêzên rejîma dije mirov ve hatin kuştin birîndarkirin.

Herwisa Saziya Lêborîna Navneteweyî di wê raporê de nivîsiye: “Civaka Navneteweyî divê li derheq cenayetên ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve li dijî xelkên nerazî hatine encam dan, ji berprisên rejîmê ve bersivê bixwazin.

Hêjayê basê ye ku, Saziya Lêborîna Navneteweyî ragihandiye: Wê navendê kariye kuştina çar xelkên nerazî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê piştirast bike.

 Di heyama wan çend salan de bi sedema rêjeya berçav a bêkariya xelkê, bilindbûna nirxên hewcehiyên jiyanê, paremana heqdestên karmend û betalbûna karxaneyan, jiyan xelkê Îranê dijwar bûye û xelk bi awayek berdewam derdikevin li ser şeqaman û nerazîbûna xwe tînin ziman.