Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aloziyên vê dawiyê yên Îraqê bertekên cuda yên Berpirsên Îraqê lipey xwe anî

12:59 - 31 Tebax 2022

Piştî derbasbûna çend rojan li ser aloziyên Îraqê de, berpirsên wî welatî bi awayên cuda li derheq aramkirina vê rewşê bertek nîşan dan.

Roja Înê 28ê Tebaxê, carek din şer û nearamî li devera Kesk a bajarê “Bexda”yê destpêkir û heta çend rojan berdewam bû, û zêdetir ji 20 kesan hatin kuştin û zêdetir ji 300 kesan jî birîndar bûn.

Ew rewşa han bertekên cuda yên berpirsên Îraqê lipey xwe anî.

Serkomarê Îraqê, “Berhem Salih” roja Sêşemî 30ê Tebaxê, di nav komek ji xelkê Îraqê de ragihand ku, hilbijardin tenê rêçareya aramkirina rewşa han e.

Û herwisa ragihandiye ku hilbijardina berê, daxwaziyên xelkê bi cih ne anîn û di niha de hewcehî bi gotûbêjek neteweye di navbera hizbên siyasî de.

Di berdewamiya gotinên xwe de tekîzî kir, ku nayê qebûl kirin Îraq bibe meydana şerê aliyên cuda.

Herwisa Serokwezîrê Îraqê “Mistefa El-Kazimî” jî ragihand ku, ev rewşa Îraqê cihê şermê ye û ji hêzên siyasî daxwaz kir ku gotûbêjek hemû alî destpê bikin û dawî bi vê rewşa han bînin, herwisa ragihandiye jî ku di derdewamiya vê rewşa wêranker de pêka yasaya 81 a Yasaya Bingehîn a welatê Îraqê dê dev ji karê xwe berdet.

Serokê rewta Sedir “Muqteda Sedir” roja Sêşemî, 30ê Tebaxê, di civînek rojnamevanî de ji alîgirên xwe daxwaz kir ku bi lezgînî û kêmtir ji 1 demjmêrî li devera Kesk a Bexdayê derkevin û ger ew dever neyê çol kirin ew jî di dev ji karê xwe berde.

“Berhem Salih û Mistefa El-kazimî” û berpirsên din ew berteka “Muqteda Sedir” weke bertekek bicih û baş nirxandin û destxweşî jê kirin.