Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê benzîna xelkê kêm dike û bi bê beramber bo Lubnanê dişîne

12:58 - 31 Tebax 2022

Rejîma Îranê li ser şandina bênzînê bo Lubnanê tekezî dike û bi vê armancê ji beşa mehaneya her karteke şewat a welatiyan 100 lêtir kêm kiriye.

Rejîma Îranê biryar daye bi her awayekê benzîna bê beramber bo Lubnanê bişîne lewma, ji karta şewata benzîn a hevwelatiyan 100 lêtir benzîn kêm kiriye û kesên ku di her mehê de îzna wergirtina 250 lêtir benzîn bi nirxa 3 hezar Tumenî hebûn niha tenê dikarin 150 lêtran benzîn bi nirxa 3 hezar Tumen û 60 lêtran bi nirxa hezar û 500 Tumenî bikirin.

Birêveberê Giştî yê palavtingeh û belavkirina berhemên neftî yê Îranê “Celîl Salarî” tevî berevanîkirin ji biryara rejîmê gotiye ku ew biryar di mehê bê de dê cî bi cî bibe.

Wî berpirsê rejîmê li derheq sedema kêmkirina wê benzînê îdia kiriye: “Ti maşînek di Îranê de zêdetir ji hezar kîlometran rê napîve lewma 310 lêtir di mehê de bo wan gelek zêde ye”!

Ragihandinên Lubnanê bi hûrî bas ji hatina benzîna Îranê dikin û şandina benzîna bê beramber ya Îranê bo Lubnanê piştî serdanên berpirsê Hizbullah a Lubnanê “Hesen Nesrullah” bo Îranê bi tekeziya rejîma Îranê pêk hatiye.