Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enflasyon di Îranê de roj lipey rojê bilindtir dibe

12:56 - 31 Tebax 2022

Di nûtirîn rapora navenda amarê ya rejîma Îranê de bilindbûna enflasyonê li sê parêzgehên Urmiye, Erdebîl û Kirmanê liçav Gelawêja sala derbasbûyî ji sedî 60 bilind bûye.

Roja Sêşemî 8`ê Xermananê, navenda amarê ya rejîma Îranê di rapora xwe ya herî nû de, enflasyona tiştên xwarinê û vexwarinê li Gelawêja îsal li hin parêzgehên weke Gîlan, Lorstan, Simnan, Qezvîn û Xorasana Bakûr li çav sala derbasbûyî ji sedî 90 ragihandiye.

Herwisa pêka vê rapora navenda amarê ya rejîmê, enflasyon di parêzgehên Urmiye, Erdebîl û Kirmanê jî li çav sala derbasbûyî ji sedî 60 e, lê bilindbûna enflasyona rast gelek zêdetir ji vê ye ku navenda amara rejîmê ragihandiye.

Cîgirê Banka Navendî îdia jî kiriye ku: Rêjeya enflasyonê di meha Rezbera sala 1400`an de gihîştiye ji sedî 59.3, lê di sala derbazbûyî de ber bi kêmbûnê ve çûye, lewra rêjeya enflasyonê li dawiya meha Gelawêja îsal daketiye ji sedî 40.1 lê ji alaiyek din ve şiyana kirîna tiştên xwarin û vexwaina ji aliyê welatiyan ve berewajiyê îdiayên berpirsên peywendîdar yên rejîmê nîşan dide.