Hêzên Întizamî, ewlehî û Garda Wîje bi loderan êrîş kirine ser xaniyên Behayiyan li gundê “Roşemkûh”ê girêdayê devera “Çardange” li parêzgeha Mazenderanê, û xaniyên wan herifandin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, rejîma Îranê bi 200 karbidestên ewlehî, Întizamî û Garda Wîje û bi alîkariya Wezareta Werzêrî, rêya gundê Roşenkûh li parêzgeha Mazenderan dayxistine û mobaylên xelkê wî gundî ku peyrevên Ola “Behayî” ne, zewt kirine û bi loderan xaniyên wan hiloşandine.
Pêka rapora nûçegihaniya “Deutsche Welle” a Almanî, roja Sêşemî 2ê Tebaxê, 50 maşînên polîs û 2 loder û otobûsek ji hêzên rejîmê, êrîşî ser gundê Roşemkûhê kirine û xaniyên behayiyan hiloşandine.
Tepeseriya sîstematîk a Behayiyan bi destûra rasterast a rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” têne kirin û çend dehik in ku rejîma Îranê bi çavek sivik mêzeyê peyrevên Ola “Behayî” dike û her cure tepeserî, binçavkirin û zewtkirina darayiya wan bo xwe bi rewa dibîne.
Her carê bi hêcetekê peyrevên ola Behayî azar didin û vê carê jî hêcet girtine ku xaniyên wan li devera taybet bi daristanan de ye û ev di halekê de ye ku çendîn gundên cîranên wan di vê deverê de ne û rejîm ti karek bi wan nîne.