Rêberê pêvajoya Sedir “Muqteda Sedir” daxwaz kiriye ku parlemana niha ya Îraqê bê hilveşandin û hilbijartinên nû bêne encamdan û daxwaza tevlîbûna xelkê Îraqê di encamdana reforman de kirine.
“Muqteda Sedir” dijberî destêverdanên rejîma Îranê li Îraqê ye, li roja Çarşemî 3ê Tebaxê, daxwaza hilveşîna parlemana Îraqê û encamdana zû ya hilbijartinan kiriye û daxwaz ji xwenîşanderên alîgirê xwe kiriye ku heta gihîştin bi encamê li parleman û “Devera Kesk” a Bexdayê de bimînin.
Herwisa navbirî tevî spasî ji hêzên ewlehî û kesên ku piştevaniya wê xwenîşandinê kirine, tekezî kiriye ku bi dijî rijandina xwînê ye û daxwaziya desthilatê tinîne û bi tenê bona reform û çaksazî di Îraqê de hewlê dide ku ew yek jî bi tenê bi jixwederbasbûnê tê kirin.
Muqteda Sedir bi dijî her cure destêverdana rejîma Îranê li Îraqê û berpirsiyaretiya kesên girêdayî rejîma Îranê li desthilata Îraqê ye û di gotinên xwe de îşare bi vê yekê kiriye ku reftarên ku bûne sedema afirandina fitneyan, lemperek li hember rewşa siyasî û sedema pêknehatina zorîne li Parlemana Îraqê ye.