Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Stranbêjekî Ereb daxwazkiriye ku stranên wî li Dengûrengê rejîma Îranê de belav nebin

12:05 - 1 Tebax 2022

“Mehdî Yerahî” stranbêjê Ereb ku stranên xwe bi awayê Pap distire, li ser rûpela “twitter”ê bi nivîsek fermî ji Dengûrengê rejîma Îranê daxwazkiriye ku bila berhemên ne li “Radyo û ne li telefîzyon û ne jî ti cihek din de belav bikin”.

“Yerahy” li li ser rûpela “twitter”ê wiha nivîsiye: “Ez Yerahy, bêzarim li Dengûrengê rejîma Îranê û bi eşkere dibêjim ku ev navenda dijî xelkê, bi ti awayî mafê vê yekê tuneye ku, ti yek ji stranên min li Radyo û telefyzyon û ti cihek din de belav bikin”.

“Mehdî Yerahî” li parêzgeha Ehwazê jidayîkbûye û bi regez ereb e, û karê hunerî encam dide û li sala 1397`an bi sedema vê ku piştevanî ji nerazîbûnên kedkariyê yên Xozistanê, çalakiyên wî hatin qedexekirin.

Navbirî li sala 1398`an bi sedema strîna stranekê bo qurbaniyên nerazîbûnên sala 1398`an, ya bi navê “Mal ava ya piştî çûnê”, bigiştî çalakiyên wî hatin qedexekirin.

Ew stranbêjê bi regez ereb bi sedema nîşandana nerazîbûn li hember hişkbûna rûbara “Karûnê”, ji aliyê navendên ewlekariyê yên rejîma Îranê ve hatibû gazîkirin.