Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Senatorên Amerîka: “Îzna hatina Îbrahîm Reîsî bo Amerîkayê nedin”

13:31 - 4 Tebax 2022

Senatorên Amerîka: “Îzna hatina Îbrahîm Reîsî bo Amerîkayê nedin”

8 Senatorên Komarîxwaz ên Senaya Amerîka di nameyekê de ku bo Serkomarê Amerîka “Joe Biden” şandine, daxwaz ji wî kirine ku vîzayê nedne Serkomarê rejîmê “Îbrahîm Reîsî”, hatina nekare bê bo Amerîka û beşdariyê li civîna giştî ya Saziya Netweyên Yekgirtî bike.

Di nameya wan 8 Senatoran de hatiye: “Reîsî di Îdamkirinên dehika 60an de û li hewlên rejîma Îranê bo kuştina berpirsên Amerîka, roleke sereke hebûye; wan sinatoran Hatina heyeta berpirsên Îranê bo Amerêka bi gefek bê hêcet bi dijî ewlehiya Amerîka binav kirine”.

Herwisa wan Senatoran bi tekezî gotine: “Îbrahîm Reîsî tewî ku şanazî bi rola xwe di îdamkirnên dehika 60an de dike, çendîn sal e ku di berpirsiyaretiyên xwe yên din de jî kuştin, îşkence û binpêkirina mafê mirovî yên xelkê Îranê jî domandiye.