Rojnameya “The Wall Street Journal” pêka gotina berpirsekî payebilind ê Rojavayî nivîsandiye, rejîma Îranê ji niha ve razî bûye ku dest ji daxwaziya xwe ya li derheq derxistina Spaha Pasdaran ji rêzbenda girûpên teroristê berde, lê bi micidî daxwaziya vê yekê dike ku garantiyek bi hêz bo dernekevtina dubare ya Amerîka ji lihevhatina Bercamê hebe.
Wî berpirsî di hevpeyvîn digel Rojnameya “The Wall Street Journal” de îşare bi vê yekê kiriye ku divê heta dawiya heftiyê lihevhatinek bê kirin û eger encamek hebe, piştre Wezîrên Derve divê bo wajokirina dawî li Viyenê bin.
Herwisa wî dîplomatê Ewropayî gotiye: “Çavrêyiya min ji encama rengehî ya dora nû ya danîstandinan gelek kêm e, çimkî min li derheq Îranê şik û guman heye ku ew bixwazin ji vê derfetê mifah verbigrin”.
Ji aliyê din ve berpirsekî payebilind ê Amerîka li derheq civîna danûstandinên Bercamê li bajarê Viyenê, Rojnameya “Washington Post”ê re gotiye: “Di vê qonaxê de biryar nîne ku ji nû ve dest pê bikin, divê bi lezgînî agehdarê vê yekê bibin ka egera lihavhatinê heye an ne”.
Herwisa Nûnerê Hertimî Yê Feransê li Neteweyên Yekgirtî, di deve devê destpêkirina dora nû ya danîstandinên zindîkirina Bercamê de gotiye: “Îran divê bi lezgînî aloziyên navkî bisekinîne û heta derfet heye rêkevtinê bo zindîkirina Bercamê wajo bike”.
Ji aliyê din ve Nûnerê Hertimî yê Erebistanê li Neteweyên Yekgirtî de ji sernekevtin a encama ceribandina rastbûna bernameya navkiya Îranê ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ve nigeraniya xwe nîşan daye.