Roja Sêşemî 11`ê Gelawêjê, xwedêjêrazî “Mihemedsalih Husênpûr” kurê “Hebîbullah û Gulcemîn” kesayetiyek niştîmanperwer ê xelkê gundê “Hêcanan” a girêdayî bajarê Seqizê bi sedema nexweşiyê koça dawî kir.
“Mihemedsalih Husênpûr” li malbatek xweşnav û niştîmanperwer jidayîk bûye û yek ji awatên wî dîtina Kurdistana azad bûye.
Navbirî kesek bûye ku elaqeyek zêde bi rêberên şehîd û bi taybetî şehîd “Dr.Qasimlo” hebûye û hemêşe di nav xelkê de bas ji rêberên şehîd dikir.
xwedêjêrazî “Mihemedsalih” heta dawî henaseyên jiyana xwe wefadarê rêbaza şehîdên hizb û gel bû.
Termê navbirî li nav aporaya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hat teslîmkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat, xizm û kesên navbirî dike û xwe bi hevxemê wan dizane.