Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî Partiya Demokrat li bajarê Urmiyê koça dawî kir

13:07 - 5 Tebax 2022

Roja Înê rêkevta 5`ê Tebaxê, xwedêjêrazî, Fatime Yasînî” dayîka şehîd “Şehab Resûlî”, li temenê 83`ê saliyê de bi sedema nexweşiyê li gundê “Hêşmava” ya girêdayî devera Mirgewer ya ser bi bajarê Urmiyê koça dawî kir.

Xwedêjêrazî Fatime jinek nîştimanperwer û hizb dost bû, û kurê wê yê bi navê “Şehab Resûlî” jî, bi sedema endambûn li Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de, ji aliyê rejîma Îslamî ve li sala 1367`an li girtîgeha Navendî ya Urmiyê hat bidarvekirin.

Herwisa kurekî din yê xwedêjêrazî “Fatime”, yê bi navê Mesi`ûd Resûlî” niha di nav refên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de pêşmerge ye.

Xwedêjêrazî Fatime heta dawîn demên jiyana xwe emegdarê rêbaza şehîdên Kurdistanê ma.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê vê xema wan dizane.