Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer û pevçûnên di navbera Îsraîl û girûpa Cîhada Îslamî de diwartir dibin

12:16 - 6 Tebax 2022

Di navbera Îsraîl û girûpa Cîhada Îslamî ya Filistînê de, ev heyama çend rojane ku şer û pevçûnek tûnd derkevtiye.

Hevdem digel destpê kirina şer û pevçûnên dijwar yên di navbera Îsraîl û Girûpa Cîhada Îslamî ya Filistînê, serokwezîrê Îsraîlê,”Yair Lapid” di daxuyaniyê de, ev girûpa şerxwaz girêdayî rejîma Îranê da zanîn û got mebesta vê girûpê jinav birina Îsraîlê û kuştina welatiyên Îsraîlî yên bê sûç e.

Yair Lapid tevî pejrandina êrîşên niha yên Îsraîlê yên li dijî kiryarên terorîstî yên girûpa Cîhada Îslamî got jî, herçiqas hewce be ev dê êrîşên xwe yên li dijî Xezeyê berdewam bikin.

Wî berpirsê Îsraîlê di berdewamiyê de ragihand jî, serokê giştî yê girûpa Cîhada Îslamî ya ser bi rejîma Îranê niha li Tehranê de ye.

Her di berdewamiya wî şerî de, hêzên esmanî yên Îsraîlê di êrîşa esmanî ya bi navê “Ser sipêde” li ser binkeyên Cîhada Îslamî de,”Tîsîr El-Ce`ibirî”, fermanderê taya leşkerî yê vê girûpê yê li bakûrê xezeyê kuştin û di bersivê de jî, wê girûpa ser bi rejîma Îranê nêzî 100 roketan ber bi bajarên Îsraîlê ve havêtin ku di encamê de 5 welatiyên Îsraîlî birindar bûne.

 

Herwisa roja Înê 5`ê Tebaxê hêzên esmanî yên Îsraîlê di çend êrîşan de karîn rawestgehên berhemanîna madeyên çêkirina roketan, rawesteke çêkirina çekan, rawestegeke havêtina roketan û herwisa poseteke leşkerî ya girûpa Cîhada Îslamî li Xezeyê bikin armanc û ji nav bibin.