Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daristanên derdora bajarê Merîwanê di agir de dişewitin

12:38 - 6 Tebax 2022

Beşek ji daristanên derdora bajarê Merîwanê agir girtine û ev heyama  du rojane ku di agir de dişewitin.

Roja Înê 6ê Tebaxê, agirek berfireh li daristanên “Qelaya Merîwan”ê li derdora bajarê “Merîwan”ê ketiye û bi sedema hatina ba, ew gir gutir bûye û panahiyek zêde ji wê daristanê aye berahîka xwe.

Herwisa ji aliyek din ve jî, daristanên di navbera gundê “Sernijmar û Degaşêxan” yê girêdayî bajarê “Merîwan”ê agir girtine.

Xelkê jîngehparêz û cangoriyên bajarê “Merîwan” û yên derdora wî bajarî digel endamên encûmena “Çiyaya Kesk” ya bajarê “Merîwan”ê bi destên betal û bi bê hevkariya navendên pêwendîdar yên rejîmê, serdana cihê gir girtî kirine û hemû hewla xwe dane daku bikarin wî agirî vemirînin.

Mixabin di vê hewla welatiyên jîngehparêz de, bi sedema gurbûna agir 3ê welatî bi dijwarî birîndar bûne.

Heta niha çendîn caran navend, xelk û encûmena “Çiyaya Kesk” ji nehezên jîngehê” re hişdarî dane ku jîngeh û samana sirûştî biparêzin û dest ji wî karî qirêj berdin, lê mixabin di heyama mehekê de ev 9emîn care ku daristanên wî bajarî di agirê nehezên jîngehê de dişewitin.