Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq rewşek hestyar derbas dike

12:31 - 1 Tebax 2022

Piştî azadkirina Herêma Kesk ji aliyê xwenîşanderên girêdayî rewta Sedir û hundrbûna parlemanê , li Îraqê tevlîheviyek çê bûye û eger şerê navxweyî he ye.

Her di vê derheqê “Muqteda Sedir” rêberê rewta Sedir roja Yekşemî rêkevta 9`ê Gelawêjê ragihand û got: “Niha derfetek mezin bona guherînkariyan di sîstema siyasî ya welat de pêk hatiye”.

Herwisa “Muqteda Sedir” xwenîşandanên xelkê û azadkirina Herêma Kesk weke destpêka azadkirina seranserî ya Îraqê hesbandiye û ji tev aliyan daxwazkiriye ku bona guherîna yasaya bingehîn ya welat û birêvebirina şoreşa çaksaziyê li Îraqê bibin alîkar”.

“Mes`ûd Barzanî”, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, li derheq rewşa aloz ya Îraqê de gotiye ku, berdewamiya hizra şovnîsmê li Îraqê de rêgire bona danîna tev aliyan û herwisa nîgeraniya xwe di vê derheqê de nîşan daye.

Mistefa Kazmî serokwezîrê Îraqê jî gotiye, em rewşek gelek hestyar derbas dikin û daxwazkiriye ku bila arîşeyan li rêya gotûbêjan ve bên çareserkirin û di gotûbêjan de ti aliyek nayê jibîr kirin.

Herwisa Hoşyar Zîbarî endamê Mekteba Siyasî yê Partiyê jî ragihandiye: Sîstema siyasî ya Îraqê li ser mikanîzima yasayî û bi lihevkirina tev aliyan hatiye avakirin, nek bi hizr û ramana takan û guherînkarî jî bi dengê tev aliyan cî bi cî dibe.

Her di niha de, ku tev alî kevtine rewşa amadebaşiyê de, di her kêlyekê de egera geşbûna şerê çekdarî li gorê de ye.