Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî derbasbûna salekê li ser devra serkomariya Re`îsî de, 100 hezar derfetên kar ji dest çûn

11:53 - 7 Tebax 2022

salekê li ser devra serkomariya Re`îsî de, 100 hezar derfetên kar ji dest çûn

Serkomarê rejîma Îranê Îbrahîm Re`îsî berî serkevtin li piroseya hilbjartinê ya serkomriyê de, ji xelkê re soz û qewlên avakirina Yek milyon derfetên kar da bû, lê tev axatinên vala bûn.

Li gorî amarên fermî rêjeya bêkariyê di demsala Bihara îsal de yek ji sedî zêde bûye û di encam de jî, 108 hezar kesên din bêkar bûne.

Roja Şemî 15`ê Gelawêjê, aborîzan û şirovekarê aborî “Mehmûd Camsaz” tevî piştrastkirina sozên direv yên “Îbrahîm Re`îsî” û gendeliya berpirsên rejîma Îranê gotiye: Serkomarê dewleta sêzdeh, bo îsal soza avakirina Yek milyon derfetên kar dabû, lê ji demsala Bihara sala 1400`an a Rojî heta niha, 98 hezar derfetên kar ji nav çûne.

Wezîrê Kar û Xweşderbasiysa welat, “Hucet Ebdulmelêkî” di destpêka devra serkomariya Re`îsî de gotibû: “Me di pirograma xwe de hesabkiriye ku heta dawiya sala 1401`an emê dê Yek milyon û 850 hezar derfetên kar ava bikin, lê temenê wezareta wî negihîşte salekê, wî dev ji kar berda û 98 hezar derfetên kar jî tenê bûne bilqên li ser rûyê avê.

Rêjeya bêkariyê di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, gihîştiye kupikê, ku para herî zêde ya vê rêjeyê parêzgeha Kirmaşanê ji xwe girtiye, ku gihîştiye ji sedî 15.4 û parêzgeha Sine jî ji sedî 10 zêdetir e.

Her ji ber bêkarî û bilindbûna nirxan jî, rojane xelk bi awayek berdewam derdikevin li ser şeqaman û nerazîbûna xwe tînin ziman.

Rejîma Îranê di berdewamiya sozên xwe yên direv û herwisa bi sedema xemsariya berpirsên rejîmê, rêjeya bêkariyê roj bi roj zêdetir dibe û rewşa jiyana xelkê jî dijwartir.