Roja Çarşemî 3`ê Tebaxê, ciwanekî xelkê bajarê Bokanê, ku bi mebesta avjeniyê serdana bexşa Sîlvanayê ser bi bajarê Urmiyê kiribû lê mixabin li dema avjeniyê li bendava Sîlvanayê de xeniqî.
Di heyama wan çend salên derbasbûyî de nêzî 100 welatî li bendava Sîlvanayê de xinqîne.
Bexşa Sîlvana ku xwediyê bedevî û ciwaniya herî balkêş ya jîngehî ye, di hemaya demsalên Bihar û Havînê de geştyarên zêde li seranserê welat serdana wir dikin, lê ji ber xemsarî û siyasetên cudahîdanîn yên rejîma Îranê, bexşa Sîlvana ku rûniştiyên wê tev Kurdin, ji xizmetguzariyên bajarvanî û xwederbasiyê û herwisa xizmetguzariyên rewşên awarte bê par e.
Pêka gotinên xelkê deverê, li sala 1398`an biryar bûye, li derdora dawiya bendava Sîlvanayê dîwar bê danîn û cihên seyran û avjeniyê jî bo geştyaran digel tev îmkanatên hewce bê dest nîşankirn û dabînkirin, lê heta niha tenê welatî û geştyar bûne qurbanî û ev soz û qewlên berpirsên rejîma dije mirov tenê axavtin bûne.
Her di vê pêwediyê de, Serokê Navenda Birêveberiya Bûyeran û Rewşên Awarte yê Pîzişkî yê li zanîngeha Zanist a Pîzşkî û Xizmetguzariyên Tendrustî yê parêzgeha Urmiyê, Baqir Behramî di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “ÎSNA” ya girêdayî rejîmê de gotibû ku, tenê di destpêka demsala Bihara îsal heta niha 38 welatiyan li demên avjenîkirin li nav avên çem û rûbaran de, xenqîne ku 27 ji wan di nav beravên bendavên parêzgehê de bûne.
Ev xemsarî û guhnedanên rejîmê tenê bendava Sîlvanayê ji xwe nagire, belkû di heyama çend rojên derbasbûyî de li bajarên weke Serdeşt, Makûyê de jî, ji ber nebûna cihên destnîşankirî û nebûna îmkanatên hawar hatinê yên li demên lezgîn de, çendîn welatiyan li demên avjeniyê de canê xwe ji derst dane.