Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê saziyên siyasî yên hevpeyman bi belavkirina daxuyaniyekê, biçavkirin û azardana peyrewên ola Behaiyan şermezar kirin

12:35 - 7 Tebax 2022

 Sê saziyên siyasî yên hevpeyman, ji Civata Navneteweyî û navedên mafê mirovî daxwazkirine da ku li hember siyasetên faşîstî yên rejîma Îslamî ya Îranê û berevanîkirin li peyrewên mesebên kêm û dawî anîn bi kipkirina sîstematîk ya  azadiya gotinê û baweriyên li Îranê de hewl bidin.

Roja Çarşemî 3ê Tebaxê, hêzên ewlehî yên rejîma Îranê êrîşkirine li ser malên hevwelatiyên ola“Behayî”an li gundê “Roşenkoh” yê girêdayî bajarê “Sarî”yê û malên wan xirabkirine û destbiser milk û zewiyên wan de girtine û bê rêzî bi wan kirine.

Her di vê derheqê de, 3ê saziyên siyasî yên hevpeyman yên weke “Kongireya Neteweyên Îrana Fedral, Yekgirtîbûn bo Azadî û Wekheviyê di Îranê de û Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê” daxuyaniyek belav kirin û di daxuyaniya xwe de ragihandin ku azadî di hizr û ol de giringtirîn bingeha mafê mirov û demokrasiyê ye û her dewletek divê vê yekê dabîn bike, lê hikûmeta Îslamî hikûmetek dictator e û ti ol û bawerekê qebûl nake bilî ol û bawera xwe, û bi awayek dirindane û bi siyasetên xwe yên faşîstî li hember olên din disekine û hewla jinavbirina wan dide.

Em weke 3ê saziyên hevpeyman pêbend bi azadî û demokrasiyê li ser vê baweriyne ku divê li hember her core cudahîdanîneke di navbera olan de bisekinin û bo afirandina wekheviyê di navbera hemû netewe, ol, regez û bawerên siyasî yekgirtî bin.

Herwisa di dawiyê de ragihandine: Em binçavkirin, azar û îşkencedana peyrewên ola Behaiyan şermezar dikin û daxwaza ji azadiyê bo hemû girtiyên siyasî û olî dixwazin, û ji tev sazî û partiyên demokratîk û azadîxwaz, navendên navneteweyî, navendên mafê mirovî daxwaza dikin ku li hember siyasetên hikûmeta Îslamî û siyasetên faşîstî û tepeserker yên sîstematîk yên hikûmeta Îranê bisekinin.

Kongireya Neteweyên Îrana Fedral

Yekgirtîbûn bo azadî û wekheviyê di Îranê de

 Şêwreya Demokrasîxwazên Îranê

5`ê Tebaxa 2022`an