Komek qaçaxçî li bajarê serdeştê, di heyama şevê de bi awayek veşartî darên Beroyê yên li derdora bajarê Serdeştê dibirin û bo bajarên din vediguhasin.
Pêka zanyariyan, dehan maşînên cora Toyta li rêya Nelas a girêdayî bajarê Serdeştê wan darên Beroyê bi hebûna pêşengan, bo gundekê di navbera bajarê Mehabad û Miyandavê vediguhasin.
Kesek xelkê bajarê Miyandavê pêşengiya wan maşînên veguhastina darên Beroyê bo cihê mebest encam dide.
Herwisa barê wan maşînan li sêrêya gundê “Tirşekan” a di navbera bajarê Mehabad û Miyandavê tên valakirin û piştre bo gundên weke, Hacî Xoş û Darlek” û di encamê de di enbarên wan gundan de kom dikin û bona rejoyan ji xelkê re difiroşin.