Pêka nûçeya gihîştî bi “Malpera Kurdistanmedia”yê, hêzên ewlekarî yên rejîmê li hêlên sînûrî yên li Rojihlat û Başûrê Kurdistanê, bi hinceta firotina mazotê, barê maşînên barhilgiran ji ajotvanan re didin vala kirin.
Hinceta firotina mazotê ji aliyê ajotvanan ve di demekê de ye ku, ev ajotvan li Kurdistanê bona wergirtina 60 lîtir mazotê neçarin çend bi demjmêran li rêzan de rawestin û herwisa pişka 3 hezar lîtir mazota wan balhilgiran tenê li Kurdistanê li 3 hezar lîtir bo 1200 lîtiran kêmtir bûye.
Maşînên barhilgir li Îran û Kurdistanê digel komek arîşeyên weke nirxa bilind a barname, nestandardbûn û kêmbûna kelûpelên maşînan rû bi rû ne.