Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îraqê dadigehekê, hikmê hepsa heta hetayî bi ser 4 kesan de birî

12:06 - 8 Tebax 2022

Dadigehekê li Îraqê hikmê hepsa heta hetayî bo 4 kesan derkir ku tête gotin di kuştina Qasim Silêmanî de dest hebûne.

Roja 7ê Tebaxê Şêwreya bilind a dadweriya Îraqê ragihand ku 4 kesên sebebkarê Rakêtbarana balafirgeha Bexdayê ji aliyê dadigeha El- Kerxe ve mehkûmî hepsa heta hetayî bûne.

Herçiqas vê dadgehê navê wan 4 kesan eşkere nekiriye, lê malper û rojnameyên rejîma Îranê nivisîne ku wan 4 kesan di kuştina Qasim Silêmaniyê terorîst û Ebu Mehdî El Mihendis de dest hebûne.

Şêwreya bilind ya dadweriya Îraqê di rapora xwe de navê wan kesan eşkere nekiriye, lê ragihandiye ku girêdayî bi aliyên milîşiyayî ne.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî û Mehdî El Mihendis ji aliyê Amerîkayê ve, Balafirgeha Bexdayê kevte ber armanca rakêt û mûşekan û heya niha jî Amerîka tilya sûçdariyê bo aliyê rejîma Îranê dirêj dike, lê dema dadigehê hikm bi ser 4 kes ji sebebkarê rakêtbarana Balafirgehê ceza dan, Îran idi`a dike ku wan kesan alîkariya Amerîkayê kirine bo kuştna Silêmanî.

Malpera El -Alema a rejîma Îranê ragihand ku: 4 kesên ku di kuştina Qasim Silêmanî û Mihendis de dest hebûn, ji aliyê dadigeha Îraqê ve hatine cezadanê