Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Barbaralîf”: Kurd û aliyên siyasî yên li Kurdistan û Îraqê gihîştin bi binbestê

12:56 - 8 Tebax 2022

“Barbaralîf”, Alîkarê Wezîrê Kar yê Derve yê Amerîkayê, li derheq rewşa niha ya Îraqê de ragihand ku, aliyên siyasî yên Kurdistanî di nav xwe de û herwisa rewta Sedir û çarçoveya hevaheng jî weke du mezin hêzên Şî`e meseb, li derheq pêkanîna hikûmetê gihîştine bi binbestê.

Ev nêzî deh mehane ku li ser hilbijartinên parlemana Îraqê de derbas dibe, lê bi sebeba aloziyên di navbera aliyên siyasî de heta niha jî serkomar û serokwezîr nehatine dest nîşan kirin.

“Lîf” li derheq rewşa han ya Îraqê de gotiye ku: Berprisên payebilind yên Îraqê li Amerîkayê daxwazkirine ku di rewşa xerab ya wî welatî de destêverdanê bike, lê me ev yek erê nekiriye û tenê daxwazkariya me ew e ku tev aliyên siyasî di pêkanîna hikûmetê li Îraqê de, berpirsayetiyê bigrin bi stûyê xwe.