Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Refsencanê 10 kes hatin kuştin

13:10 - 8 Tebax 2022

Welatiyekî xelkê Efxanistanê li bajarê Refsencanê bi kirêkê 10 kes qetil kirin.

Roja 17`ê Gelawêjê welatiyekî Efxanistanê ku navê wî nehatiye zanîn, bi kirêkê êrîşî li ser hin kesên din kiriye û di encamê de 10 kes hatin kuştin ku 4 ji wan kuştiyan xelkê Îranê ne û 6ê din jî xelkê welatê Efxansitnê ne.

Cêhgirê Siyasî, Ewlekarî û Civakî yê parêzgarê Kirmanê, Rehman Celalî da ye zanîn ku, di dema çê bûna aloziya di navbera çend welatiyên Efxanî de, hejmartek welatiyên Îranê ku bi mibesta navbençîkirinê tedaxulî wê aloziyê kirinbû mixabin, ev jî rastî derbeyên kêrêka wî êrîşekî hatine.

Wî berpirsê rejîmê sedema vê aloziyê hincetên şexisî daye zanîn û êrîşker bi hebûna nexweşiya derûnî daye zannî lê, rejîma Îranê ev çendîn salin ku bilî vê ku ti nirxekê bo xelkê xwe dananê, bi hemû awayî jî welatiyên Efxanistanê azar û îşkence dike û heta kirameta mirovî ya wan jî naparêze û di heyama salên derbasbûyî de hin vîdyo li ser torên civakî belav bibû ku hêzên Întizamî yên rejîmê bona şahiya demên xwe ji penaberên Efxanî mifahê werdigrin û bêrêzî bi kirameta wan dikin.

Rejîma Îslamî ya Îranê wan kiryarên hêzên serkutker yên xwe nabîne lê tohmetên weke hebûna nexweşiyên derûnî li ser penaberên Efxansitanê de disepîne.