Pêka rapora Yekîtiya Azadiya Kedkarên Îranê, hêzên ewlehî û întizamî yên rejîma Îranê, bi tundtîjiyê êrîşî li ser malnişînkiriyên Muxabiratê kirine û hejmarek ji wan jî binçavkirin.
Hêzên rejîma Îranê hewl dane ku, bi wî awayî kombûnên malnişînkiriyan ber belav bikin û wan ji daxwazkaran mafên wan poşman bikin.
Malnişînkiriyên Dabînkirina Civakî û Muxabiratê li bajarên Kurdistan û Îranê, bajarên weke Kirmaşan, Sine, Urmiye, Tehran, Tewrêz û Bucnûrdê, kombûnên nerizayetiyê li darxistine.
Malnişînkiriyan li dijî kabîneya “Îbrahîm Reîsî” silogan dane û gotine ku ti karek bo xelkê encam nedane.