Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevdem digel awartebûna rewşa Koronayê, hezaran peyrewên mesebê Şî`e yên biyanî hatine Îranê

18:54 - 8 Tebax 2022

Roja Duşemî 17`ê Gelawêjê, Wezareta Tendirustî ya rejîma Îranê ragihand: Li Îranê di heyama 24 demjmêran de, 54 welatiyan bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û 3 hezar û 379 kesên din jî tûşî wê vîrûsa kambax bûne.

Li Îranê heta niha jî amarên rojane yên fermî yên tûşbûyên vîrûsa Koronayê belav dibin, lê çavkaniyên serbixwe behsa zêdebûna 3ê heta 4 hember ji wan amarên belavbûyî dikin.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî, birêveberê termînaleke sînorî ya di navbera Îran û Pakistanê de “Mihemedşerîf Kerîmî” got: Başbûna rewşa Koronayê bû bi sebebê hatina Pakistaniyan bi taybetî yên peyrewên mesebê Şî`e ji sînorê Rîdmanê.

Herwisa wî berprisê rejîmê daye zanîn jî, eger ev hatina peyrewên mesebê Şî`e yên biyanî di heyama Erbeyînê de berdewam be, hatina wan dê ji 10 hezar kesî zêdetir be.

Yek ji sebebên zêdebûna amara tûşbûyên Koronayê vedigere bo xemsariyên berpirsên rejîma Îranê ku rojane li derheq beşdarbûna xelkê li wê rêûresmê de tekez dikin û sebebek din jî vedigere li ser peyrewên Şî`e meseb ku ti pirotokoleke tendirustiyê berçav nagrin.

Hêjayê behskirinê ye ku, di heyama çend rojên derbasbûyî de hejmarek ji girtiyên li girtîgeha bajarê Bokanê tûşî nexweşiya Koronayê bûne û berpirsên girtîgeha wî bajarî jî, ti rêçareyekê bona pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê li ber çav negirtine û girtiyên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê jî, ji mafê destpêragihîştin bi pizîşkan hatine bêparkirin.