Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê Qere Axaçê ev heyama 2 mehane bê av in

12:14 - 9 Tebax 2022

Gundê Qere Axaç ya ser bi navçeya Sefaye ya girêdayî bajarê Xoyê, ev heyama du mehane bê av in.

Pêka dîmenên ku li torên civakî de hatine belavkirin, xelkê gundê Qere Axaç ya girêdayî navçeya Sefaiye ya ser bi bajarê Xoyê, ev du mehin ku ava vexwarin tunînin û gundiyan ji xelkên derdorê daxwaz kirine da ku bona çareseriya vê pirsgirêk û gihandina dengê wan bo navendên peywendîdar bibin alîkar

Herwisa pêka wan dîmenên hatinî belavkirin, gundiyên wî gundî yên peyrewên mesebê Şî`e ku di salroja şehîdbûna Îmam Husên de rêûresimên sersaxiyê bi rê  ve birine, ji ber nebûna avê heta nikarîn ji mêhvanan re ava şêrîn a taybet bi vê rêûresimê jî bidin.

Bajarê Xoyê girêdayî parêzgeha Umriyê ku bixwe li herêmeke daristanî û hewayeke daristanî de hilkeftiye û bajarekî Kurdistanî ye, rejîma berçavteng bona gihandina zimetguzariyan xemsariyê dike.

Dîsan her bi sebeba siyasetên şaş û faşîstî yên berpirsên rejîma bi nav Îslamî ya Îranê, bajarê Sine jî ku bajarekî Kurdistanî ye, 551 kîlometr ji boriyên ava bajêr rizîbûne û her roj li cihekê ava bajêr qut dibe lê navendên peywendîdar ti çareseryek jê ra encam nadin.

Herwisa çend rojan berî niha jî nûçeyek jî li derheq pêranegihîştin û dabîn nekirina îmkanatên cihên geştyarî yên li derheq nebûna bajarê lîstkan ya bajarê Mehabadê û rêgirîkirina îdareya Jîngehparêzî ya bajarê Urmiyê bona avakirina dîwar li derdora bendava Sîlvanayê ku heta niha canê 100 welatiyan jê standiye hatibûn belavkirin, ev jî her ji ber ku bajarên Kurdistanî ne, rejîm ev bajar ji hebûna tev îmkanant û xizmetguzariyan bê par hêla ne.