Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê bi sedema zelal nebûna rewşa bîmeyê, nexweşên nesaxiyên taybet rastî astengiyan kirine

12:38 - 9 Tebax 2022

Nebûna bîmeya nexweşiyên taybet di Îranê de bûye arîşeyek micid bo nexweş û malbatên wan.

Serokê Navenda Nexweşiyên Taybet “Hemîdreza Edrakî” her di vê peywendiyê de di bernameyek radyoyî de ragihandiye ku, Wezareta Tendûristiya Rejîma Îranê, di nav 370 nexweşiyên taybet de tenê bo 22 nexweşiyan bîme dabîn kiriye.

Herwisa navbirî ragihandiye jî, nirxa dermanên nexweşiyên taybet gelek bilind in û di Îranê de tenê çend kompaniyayên çêkirina dermanan hene ku wan dermanan berhem tînin û niha jî ku nirxa tev dermanan di Îranê de bilindtir ji demên borî bûne, xerca kirîna dermanên her nexweşekê di heftiyekê de 6 heta 8 miliyon Tumene û beşek zêde  ji xelk nikarin wan dabîn bikin.

“Edrakî” di gotinên xwe de li ser vê yekê tekezî kiriye ku, divê navend û girûpên peywendîdar vê arîşeyê çareser bikin.

Ew kesên nexweş bi sedema nexweşiyên xwe yên taybet divê her roj bi berdewamî dermanên xwe bikar bînin, lê niha bi sedema destnekevtina wan dermanan, rewşa tendûristiya wan jî di metirsiyê de ye.