Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiyê ya Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat, bo birêveberiya giştî yê kanala Rûdawê

12:54 - 9 Tebax 2022

“Mistefa Hicrî”, Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyameke sersaxiyê de, bi sedema koça dawî ya bavê“Ako Mihemed” Birêveberê Giştî yê Rûdawê, hevxemiya xwe nîşan da.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Rêzdar Ako Mihemed

Tevî silavên germ

Bi boneya koça dawî ya bavê we, sersaxiyê dibêjim we û hêviya selametî û temendirêjiyê bo we û endamên mayî yên malbata we dixwazim.

Digel rêza dubare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

17`ê Gelawêja sala 1401`an

8`ê Tebaxa sala 2022`an