Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûnên nesaxên SMA hîn jî bê bersiv in

11:58 - 10 Tebax 2022

Heyamek berî niha malbatên nesaxên SMA ji ber destnekevtina dermanan li hember deriyê binav mecilsa rejîmê kombûnên nerazîbûnê lidar xistibûn.

Piştî derbasbûna 9 mehan li ser soz û qewlên ku Îbrahîm Re`îsî serkomarê rejîmê yên li derheq dabîn kirina dermanan ji bo welatiyên tûşbûyî bi nesaxiya SMA ku nesaiyeke jinêtîkiye dabûn hîn jî nehatine cî.

 Roja 26`ê Xezelwera sala 1400`an nesaxên tûşbûy bi nesaxiya SMA digel malbatên xwe li derheq nebûna dermanan li ber deriyê bi nav mecilsa rejîmê kombûnên neraîzbûnên lidar xistibûn û her di vê demê de jî Îbrahîm Re`îsî serdana wan kirbûn û ev nesax weke zarokên xwe hesbandibûn û qewl dabû ku dê demldest dermanên wan dabîn bikin, lê hîn dabîn nebûne.

Her di vê peywendiyê de, zarokek tûşbûyê bi vê nesaxiyê, bi rexnekirina wezîfedarekî hêza polîs yê li ber deriyê bi nav mecilsa rejîmê gotibû: Bi rêkixistina zewiyeke neyasayî a perê pêşkevtî(Bitcoyn) dikarin perê tev dermanên zarokên tûşbûyî bi nesaxiya SMA dabîn bikin, lê dewlet bi awayek berdewam dibêje me bûdce tune ye.

Herwisa 13 salan berî niha jî ev mijara xemsarî û guhnedana berpirsên rejîmê li derheq dabîn nekirina dermanên nesaxiya SMA hebûye, roja Şemî 26`ê Rêbendana sala 1398`an malbatên welatiyên tûşbûyî bi wê nesaxiyê, ji ber destnekevtina dermanan, ji ber deriyê Wezareta Tendrustiyê ya rejîmê kombûnên nerazîbûnê lidar xistbûn, lê wî demî jî ti berprisekî rejîmê bersivdar nebû.

Nesaxiya SMA nesaxiyeke jinitîkiye û mirovên tûşbûyî bi vê nesaxiyê, hestî û girdikên wan sist dibin û hêza xwe ji dest didin û nikarin li ser pêyên xwe bisekinin.  

Herwisa welatiyekî xelkê bajarê Şinoyê jî gotiye ku li nexweşxaniya bajarê Şinoyê jî bihebûna nesaxên zêde tenê dixtorek heye û ti berdesteke vir jî tuneye.