Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nebaş bûna rewşa rêyan li parêzgeha Urmiyê carek din canê xelkê xiste metirsiyê de

12:00 - 10 Tebax 2022

Rewşa rêyên di navbera gundên devera “Dol”ê yê girêdayî bajarê Urmiyê gelek nebaşin û her ev yek bûye sedem ku di bûyerekê hatûçûnê de 6 welatî birîndar bin.

Êvara roja Sêşemî li ser rêya gundê “Samortê” yê girêdayê devera “Dol”ê ya ser bi bajarê “Urmiyê” bi sedema nebaşbûna rewşa rêyên wê deverê, bûyerek hatinûçûnê qewimî û di encam de 6 welatî bi dijwarî birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.

Pêka zanyariyên gehiştinî bi malpera “Kurdistanmediya”yê, li ser rêya gundê “Samortê” heyamek zêde ye ku kanalên kêşana boriyên gazê hatine kolan, lê bi sedema dizî û gendeliya berpirsên pêwendîdar ev piroje bi nivîşkan maye û rojane astengiyan bo hatinûçûna welatiyan diafirîne.

Rêyên Îranê nemaze rêyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê, bi sedema xemsarî û guhnedana berpirsên rejîma Îranê û herwisa nebûna çavdêriyê li ser pirojeyên avedaniyê di wan bajaran de, rojane xisarên canî û malî yên bê veger ber welatiyan dikevin.