Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî berê yê Kurdistanê li Urmiyê koça dawî kir

18:56 - 10 Tebax 2022

Pêşmergeyekî berê yê Kurdistanê û kesayetiyekî welatparêz li herêma Somaya girêdayî bajarê Urmiyê koça dawî kir.

Roja 8`ê Tebaxa 2022`an, Sofî Kamran kurê Hesen xelkê gundê Qezen a ser bi herêma Somayê ya girêdayî bajarê Urmiyê bi hegera nexweşiyê koça dawî kir.

Sofî Kamran piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, bi dijî rejîma paşayetî û destpêkirina xebata eskere ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî komek ji bira û kurmamên xwe tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn û çeka berevanîkirin ji Kurd û Kurdistanê havêtn milê xwe.

Birayekî Sofî yê bi navê Ferzende Kamran di demsala Bihara sala 1362`an, di şereke giran li dijî hêzên rejîmê, tevî 7 pêşmergeyên din, li gundê Çaristûna girêdayî bajarê Selmasê şehîd bûn û canê xwe goriyê armancên bilind yên gelê xwe kirin.

Piştî şehîdbûna Ferzende, li ser biryar û îzna Hizba Demokrat, Sofî Kamran piştî 5 salan şanaziya pêşmergayetiyê, nej dilê xwe çeka pêşmergayetiyê danî û çû nav malbata xwe.

Sofî mirovekî welatparêz, hizbdost û emegdar bi rêbaz û xebata xwe û xwîna şehîdên xwe bû û heya dawiya jiyana xwe dilê wî bo azadî û serkevtina şoreşa gelê wî lêdida.

Termê xwedêjêrazî Sofî Kamran di nav girseya xizm û kesûkarên wî, li gundê Qesrika ser bi bajarê Urmiyê, bi axa pîroz a Kurdistanê hat spartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên xwedêjêrazî Sofî Kamran dike û xwe şirîkê xema wan dizane.