Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îran di hewla terorkirina berpirsên Amerîkayê de ye

11:45 - 11 Tebax 2022

Wezareta Dadweriya Amerîkayê eşkere kir ku endamekî taya derve yê Spaha Pasdarana terorîst, di hewla terorkirina “John Bolton” Şivêrmendê berê yê Amerîkayê de bûye.

Pêka belgeyên ku dadgeha Herêma Washington DC yê belav kiriye, endamekî Spaha Pasdaran a  terorîst yê bi navê Şehram Pûrsêyfî naskirî bi Mehdî Rezayî, temen 45 salî, li Eyaleta Mirîlenda ser bi bajarê Washingtonê, pîlana terorkirina “Jeohn Bolton” Şivêmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê hebûye.

Wê dadgehê eşkere jî kiriye ku, Şehram Pûrsêyfî, hewl daye da ku, bi dana 300 Hezar Dolarî pere, ji hin kesan re da ku, “Jeohn Bolton” qetil bikin.

Di berdewamiyê de Wezareta Dadweriya Amerîkayê ragihandiye ku, “Mik Pompeo” Wezîrê Karê berê yê Amerîkayê û “Jonh Bolton” Şivêrmendê berê yê Ewlehiya Neteweyî yên Amerîkayê armancên kiryarên terorên Spaha Pasdaran a terorîst bûne.

Pêka rapora malpera “Axios”, rejîma Îranê Yek milyon Dolar pere jî, bona terorkirina “Pompeo” diyar kiriye.

Piştî belav bûna nûçeyên terorkirina wan berpirsên Amerîkayê ji aliyê Spaha Pasdaran ve, Şivêrmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Spî yê Amerîkayî, “Jake Sullivan” di daxuyaniyekê de ragihandin: Dewleta “Joe Biden” li derheq parastin û berevanîkirin ji tev welatiyên Amerîkayê li hember gefên terorîzmê de bê deng nabe.